Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê Tirk yê Navdar Ahmet Şik Hate Girtin


Rojnamevan Ahmet Şik
Rojnamevan Ahmet Şik

Rojnamevanê Tirk yê navdar Ahmet Şik ku roja Çarşemê jiber twîteke wî hatibû binçav kirin, îro Înê li Stenbolê hate girtin.

Dozgerî bi îdiaya ''belavkirina propagandaya rêxistina terorîsît'' û “biçûkxistina dewletê” biryara girtina Şik da.

Şik wek dengekî xurt yê hevrik tê nasîn û binçavkirina wî ji alîyê rêxistinên azadîya ragihandinê ve bi tundî hatibû rexne kirin.

Ew di sala 2011-2012'an de jî jiber pirtûk xwe ya bi navê ''Artêşa Îmam'' ku li ser Fetullah Gulen nivîsibû hatibû û ew pirtûk ji alîyê hikûmetê ve hatibû qedexe kirin. Ew jiber wê pirtûkê hatibû girtin û nêzî salekê li zindanê mabû.

Piîşî hewila derbeya leşkerî ku hikûmeta Tirkîyê, Gulen wek plandanêrê wê dibîne, rewşa awarte hate ragihandin û bi dehan dezgehên medya hatin girtin, gelek rojnamevan jî hatine girtin.

Jiber ku hikûmeta Tirk li ser jimara nivîskaran û rojnamevayên girtî tiştekî fermî nabêje, tenê sazîyên navneteweyî yên rojnamevanan hejmara girtîyên radigihînin.

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW), di raporta dawî de dîyar kiribû ku li Tirkîyê 148 rojnamevan girtî ne û ji hewila darbeyê vir ve li Tirkîyê 169 sazîyên çapemenîyê hatine girtin.

XS
SM
MD
LG