Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehrar el Şam Piştî Peqînê Rêberên Nû Destnîşan Dike


Endamên Ehrar el Şam
Endamên Ehrar el Şam

Koma tundrê Ehrar el Şam li Sûrîyê, rêberekî nû û fermandarekî leşkerî destnîşan kir, piştî ku bi dehan rêberên wê tên bilind di peqîneke de hatine kuştin.

Tê ragihandin, Haşîm el Şêx ku wek Ebû Cabîr tê nasîn şûna Hesen Ebboud bigire û bibe rêberê nû û Ebû Salih Tahhan jî bibe fermandarê leşkerî yê wê komê.

Ehrar el Şam yek jî hêzên herî xurt ya ser erdê ye ku dijî Serokê Sûrî Beşar Esed şer dike.

Ew kom herwiha bûye neh meh ku li bakurê Sûrîyê dijî Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) şerekî giran dide.

Bi kuştina gelek rêberên girîng yên Ehrar el Şam, pispor nizanin paşeroja wê komê wê çawa be û gelek kes bawer dikin ku bi qelsbûna wê komê, opozîsyona dijî Esed jî qelstir dibe.

Hêjayî gotinê ye Amerîka jî hazirî dike ku piştgirîya opozîsyona ser erdê bike ku bi karîgerî şerê DAÎŞê dikin.

Nedihat çaverê kirin Ehrar el Şam alîkarî ji Washingtonê wergire, bi sedema ku Amerêka nêrînên wê pir tund dibîne.

Lê, balkêş tê dîtin ku Ehrar el Şam neyareke tund ya DAÎŞ e û heta niha bi hezaran şervanên xwe di şerê dijî wê de hinda kirine.

XS
SM
MD
LG