Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International Dibêje Rewşa Mafê Miroval li Rojhilata Navîn Baştir Nebûye


Sekreterê Giştî yê Amnesty International Claudio Cordone
Sekreterê Giştî yê Amnesty International Claudio Cordone

Rexistina mafê mirovan ya Lêxweşbûna Navnetewî dibêje, desthilatdarên seranser Rojhilata Navîn, xemsar in ku kar û barên hewce bicîh bînin, jibo parastin û baştir kirina mafê mirovan.

Di raporta xwe ya salane de, Amnesty International dibêje, nîşane hene ku hikûmetên Erebîstana Suudî û Surîyê, li hember rexneyan xwedîyê halwesteke tûnd û req in.

Lêxweşbûna Navnetewî her wiha dibêje, li Îranê jî hikûmet berdewam e zordarî û giwaştin li ser sîyasetvanên hevrik dike, piştî xwepeşandanên girseyî ya hilbijartinên serokatîyê.

Raporta ku Pencşemê hate weşandin, her wiha dide zanîn, karbidestên Îranî lêpirsîn li hember îddîayên destdirêjîya cinsî û êşkence nekirine.

Amnesty International dibêje, êrîşên grûbên çekdar li Îraqû û Yemenê rewşa bê ewlehîyê xirabtir kirîye.

Lêxweşbûna Navnetewî radigîhîne, li seranser Rojhilata Navîn jin, koçber û pêkhatîyên nijadî û olî rastî kiryarên xirab hatin, li Îran, Îraq, Sûrîyê, Misir û li Qatarê.

XS
SM
MD
LG