Amnesty International îro Çarşemê di raporekê de got ku Misirê bi hezaran penaberên ku jiber şerê li Sudanê revîne, bi girseyî desteser kirine û piştre jî li dijî qanûnê ew dersînor kirine.
Amnesty ragihand ku wê 12 bûyer bekge kirine, ku karbidestên Misrî di navbera Rêbendan û Adara îsal de bi giştî 800 welatîyên Sudanê vegerandine, bêyî ku derfetê bidin ku ew daxwaza penaberîyê bikin yan dijî biryarên dersînorkirinê serlêdanê bikin.
“26 ji wan di nav wan kesên ku bi komî hatine dersînorkirin de ne. Penaber berîya dersînorkirinê di şertên hovane û nemirovane de hatibûn ragirtin, “rexistinê got.
Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) di dawîya sala borî de ragihandibû ku bi hezaran kes ji Misirê hatine dersînorkirin ku gelek ji wan Sudanî ne, lê Misirê heta niha ser raporta Amnesty International ti daxuyanî nedaye.
Li Sudanê şerê navxweyî ku di 15'ê Nîsana 2023’an de destpê kiribû, hîn jî didome û bûye sedema krîza herî mezin derbederbû û penaberîya li cîhanê.
Rêxistina Koçberî ya Navnetewî (IOM) dibêje ku jibe şer zêdetirî neh mîlyon kes li hindurê Sudanê ji naçarî revîne welatên cîran ku pirtir ji 500 hezar kes anku nêzî % 24 nîfûsa Sudanê derbazî Misrê bûne.
Jêder: AFP