Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxyûaniyekê de ragihand ku wan doh Înê di êrîşekê de berpirsekî payebilind yê rêxistina terorîstî ya Hurras El-Dîn li Sûriyê kuştîye.
Daxyûnî ku di platforma "X" de hatîye weşandin dibîje "Îro danê sibê, Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkî, rêberê payebilind ê Hurras El-Dîn Ebu-'Ebd al-Rahman El-Mekkî di êrîşeke bijarde ya armanckirî de li Sûriyê kuştin. Ebu-'Ebd al-Rahman el-Mekkî endamê Encumena Hurras El-Dîn Şura û serkirdeyê payebilind bû ku berpirsê çavdêriya operasyonên terorîst ji Sûriyê dikir.
General Michael Erik Kurilla, Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî, got: "CENTCOM bi hevalbend û hevkarên xwe re jibo têkbirina domdar a terorîstan li herêmê, û aramiya herêmê tehdîd dikin, pabend dimîne."
Hurras el-Dîn hêzeke girêdayî El-Qaîdê ye ku li Sûriyê ye û xwestekên El Qaîdê yên cîhanî ji bo pêkanîna êrîşan li dijî berjewendiyên Amerîka û rojava pêk tîne.