Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Air France 17 Nîsanê Geştên Jibo Tehranê Destpê Dike


Hêla esmanî ya Fransî (Air France) biryar da ku 17 Nîsanê dest bi geştên xwe yên esamnî bik, yên di navbera Parîs û Tehranê de.

Rêveberiya Air Frans da xuyakirin ku ew daxwaza wan karmendên jin erê dikin yên ku, naxwazin bi ser û cilên pêçayî biçin Îranê.

Di nava stafê Air Frans de, gelek karmendên jin hene,dema ku ew di geştên esmanî de weke xizmetkarên nava balefiran beşdar bibin, divê li gor şert û mercên komara Îslamî ya Îranê tevbigerin, serê xwe bipêçin û cilên dirêj liber xwe bikin ku laşê wan hemû bihê nixaftin, lê gelek ji wan Jinan liser xwe qebul nakin ku xwe bipêçin, jiber van sedeman îdara Air France dibêje ya ku nexwaze here Îranê, emê wan veguhêzin hêleke din ya firînan.

Piştî sist bûna ambargoya ser Îranê ji aliyê Amerîka û welatên Rojava de, Air France plan kirye ku 17 Nîsanê dest bi firînên xwe bike û her hefteyê sê geştên esmanî di navbera Parîs û Tehranê se, bide destpêkirin.

.

XS
SM
MD
LG