Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

British Airways û Air France Firînên Îranê Radiwestînin


Kompanîya firînê British Airways û Joon ya girêdayî Air France ya Fransa ragihand ku dê ji meha pêş pê ve firînên ber bi Îranê ve rawestînin.

Kompanîyên her du dewletan da zanîn ku firînên ber bi Îranê ve êdî ‘’bi awayekî bazirganî nayên meşandin’’

Jiber ku rîyala Îranê li hember dolara Amerîkî dadikeve, bo gelên Îranê karanîna firokê ji berê buhatir dibe.

British Airways da zanîn ku sefera dawî ya ji Londonê ber bi Îranê ve dê di 22’ê Îlonê de pêk were.

Kompanîya Brîtanya bi daxuyanîyekê ji rêwîyên ku dixwazin herin Îranê lêborîn xwest û dîyar kir ku dê pereyên rêwîyan bi şûnde bidin.

XS
SM
MD
LG