Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîroka Dijwar ya Ajalfiroşên Kurd li Bazara Qurbanê ya Stenbolê


Çîroka Dijwar ya Ajalfiroşên Kurd li Bazara Qurbanê ya Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

Ajalfiroşên Kurd nêzî mehêkê li Stenbolê dimînin û heywanên xwe li konan xwedî dikin û jibo cîhê konan jî serê mirovekî 12.000 û 13.000 lîra didin bajarvanîyê

Her sal bi sedan ajalfiroşên Kurd ji bajarên Kurdan sewalên xwe jibo firotna di eyda qurbanê de tînin Stenbolê.

Ev ajalfiroş nêzî mehêkê li Stenbolê dimînin û ew hem dewar hem jî pêzên xwe li konan xwedî dikin û jibo cîhê konan jî serê mirovekî 12.000 û 13.000 lîrayên Tirkî didin bajarvanîya Stenbolê.

Îsal li bazaran li Stenbolê buhaya pez ji 1.500 heta 3.000 lîrayên Tirkî firotin û buhayê dewarekî jî ji 17.000 heta 35.000 lîrayên Tirkî bilind dibe.

Ajalfiroşên Kurd dîyar dikin ku buhayê heywanan ji sala borî bilindtir e jiber ku êm, veguhastin û measrefên din jî gelek giran bûne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG