Li Tirkîye jiber îmzakirina belavoka "Emê nebin hevkarê vî sûcî" darizandina “Akademîsyenên Aştî” ya bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê” didomin.
Heta niha Dadgeha Qanûna Bingehîn pirtir ji 400 akademîsyanan biryar da ku mafê wan yê azadîya ramanê hatiye binpê kirin. Herwiha dadgehê dozên li hemberî wan pûç kir.
Gelo li ser biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn bêtîrî 400 akademîsyenan dê bikarin vegerin zanîngehên xwe? Dê pêvajoyên vegera akademîsyenan çawa pêk were?
Akademîsyen Emre Tansu Keten jî yek ji van akademîsyenan e. Wî li Zanîngeha Marmara di beşa ragihandinê de ders dida. Keten jî sala 2016’an de bi Biryarnameyeke Desthilata Qanûnê (KHK) ji kar hatibû dûrxistin.
“Piştî vê pêvajoyê di rewşa awarte (OHAL) de Komîsyona OHAL’ê hat ava kirin. Sedema avakirina komîsyonê ew bû ku çûyînên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupa (ECHR) dereng werin hiştin. Li gor qanûnan pêwîst bû ku komîsyon di nava du salan de biryarê bide. Xebatên komîsyonê gelek hêdî meşîyan û sê sal li ser pêvajoyê re derbaz bûn”
Keten dide zanîn ku jiber ku ew bi KHK’yan ji kar hatine dûrxistin nikarin ti sazîyên dewlet û sazîyên taybet de kar bikin û niha li benda biryarên Komîsyona OHAL’ê ne.
“Heta niha komîsyonê jibo “Akademîsyenên Aştîyê ti biryar nedaye. Eger serlêdanên me werin qebûl kirin tê xwestin ku em sê zanîngehan hilbijêr in. Komîsyon nahêle em bajarên Îzmîr, Enqere û Stenbolê hilbijêr in. Ev jî tê wateya surgunkirina akademîsyenan.
Hêjayî birxistinê ye ku ji 89 zanîngehên Tirkîyê 1128 akademîsyenan sala 2016’an de bi xwesteka qedandina şerê di navbera PKKê û artêşa Tirk de bi navê "Emê nebin hevkarê vî sûcî" belavokek îmza kiribû.
Piştî îmzakirina belavokê doz li akademîsyenan hatibû vekirin û gelek ji wan ji kar hatibûn dûrxistin.