Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye 330 Akademîsyen ji Kar Davêje


ji sala 2016'an protestoya hin akademîsyenan

Li Tirkîyê do Sêşemê, bi Biryarnameya Desthilata Qanûnê (KHK) careke din bi hezaran karmendên wê dewletê ji kar hatin avêtin.

Biryarnameya 686'an, ku di çarçoveya Rewşa Awarte de hat amade kirin, di rojnameya fermî ya Tirkîyê de hat weşandin. Dewletê bi vê biryarnameyê, 330 akademîsyenên zanîngehan jî di nav de 4464 karmend ji kar derxistin.

Ji Zanîngeha Ankara 72 kes ji kar hatin avêtin. Doçent Bulent Duru û Profesor Îlhan Uzgel jî, ku nivîskarên ''Kitêba AKP'ê: Bîlançoya Veguherînekê'' ne, di lîsteya akademîsyên ji kar hatine avêtin de ne.

Di nav akedemîsyenên ku ji kar hatine avêtin de, profesorê navdar yê qanûna bingehîn Îbrahim Kaboglu jî heye.

Hêjayî bîrxîstinê ye, ji hewila darbeyê vir ve li Tirkîyê bi deh hezaran kes ji kar hatin avêtin. Hikûmet, Fetullah Gulen yê, ku ew bi salan e li Amerîka dijî, wek plandanêrê hewila darbeya leşkerî dibîne.

XS
SM
MD
LG