Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Akar Dibêje Ewê Çarşemê bi Austin re Ser Afganistanê Bicive


Akar li Lîbyayê (Arşîv)
Akar li Lîbyayê (Arşîv)

Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Hulusî Akar îro Sêşemê ragihand ku ewê roja Çarşemê bi hevtayê xwe yê Amerîkî Lloyd Austin re hevdîtinekê bike.

Akar got ku ewê planekê gotûbêj bikin ku Tirkîye, piştî vekişîna hêzên NATO'yê ji Afganistanê firîngeha Hamîd Karzaî bi rê ve bibe û biparêze.

Lê, Akar bal kişand ku heta niha hîn biryara dawî nehatiye dayîn.

Enqerê pêşnîyar kiribû ku piştî vekişîna NATO'yê ji Afganistanê firokexaneya Hamîd Karzaî bi rê ve bibe û bi Amerîka re li ser piştgirîya darayî, sîyasî û lojîstîkî gotûbêjan dimeşîne.

Ewlehîya firîngehê piştî vekişînê jibo karûbarên nûnertîyên dîplomatîk yên li Afganistanê mijara herî girîng e.

Akar piştî kombûna kabîneya Tirkîyê îro ji komeke rojnamevanan re ser mijarê peyivî.

Wî got ku danûstandinên li ser hûrgulîyên planê hîn jî didomin û divê firîngeh were xebitandin ku hikûmeta Afganî li dû vekişînê ji cîhanê qut nebe.

"Em hem bo dayîna biryarên dawî li Neteweyên Yekbûyî, NATO, heya giheştina peymaneke bi hikûmeta Afganî re û hem jî bona piştgirîya sîyasî, darayî û lojîstîkî, bi welatên cûrbecûr re di têkilîyê de ne. Gotûbêjên me yên bi Amerîkîyan re jî didomin, lê biryara dawî hîn nehatiye dayîn," Akar got.

XS
SM
MD
LG