Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hulusî Akar: Tirkîye û Amerîka li Minbicê Dest bi Nobedarîyên Hevbeş Kiriye


Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar îro Pêncşemê ragihand ku hêzên Tirk û yên Amerîkî dest bi nobedarîyên hevbeş li herêma Minbicê kiriye.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê gotibû ku artêşa Tirkîyê wê rojhilata Çemê Firatê armanc bike û di nav sê rojên dawî de gundên li ser sînor yên ji Kobanê heta Girêspî bûbûn armanca topbarana Tirkîyê.

Erdogan berê jî ragihandibû ku lihevkirina wan û Washingtonê ya ser Minbicê wek ku ew dixwazin nameşe jiber ku Amerîka li gor nexşerêya dîyarkirî tevnegere û sozên ku dane, dişkîne.

XS
SM
MD
LG