Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Nameya Amerîka ya Ser F-35 Dijî Ruhê NATO Ye


Shanahan û Akar
Shanahan û Akar

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar îro Çarşemê rexne li Washingtonê kir ku di daxuyanîya derbarê kirîna sîstema S-400 de zimanekî dostane bi kar neanîye.

“Nameya Wezîrê Berevanî yê Amerîka Patrick Shanahan, ku dibêje ger Tirkîyê kirîna S-400an ranwestîne, ewê ji programa F-35 were derxistin, ne li gor ruhê hevalbendîya navbera du endamên NATO ye,” Akar got.

Wezîrê Tirk da zanîn ku ew niha ser bersîvekê dixebitin ku di rojên pêş de bişînin Amerîka.

Akar herwiha got ku ewê di demeke nêzîk de bi telefonê ligel Shanahan bipeyîve û dû re jî di civîna NATO dê bi wî re rû bi rû hevdîtenekê bike.

Amerîka dijî kirîna Tirkîyê ya mûşekên S-400 ya Rûsî ye, bi sedema ku ew system jibo firokên F-35 xeter e.

Amerîka gefa danîna toleyên nû hember Tirkîyê kiribû, ger Tirkîye peymana bi Rûsan re bîne jîyanê û mûşekên S-400 wergire.

Washington dibêje ku sîstema S-400 bi sîstemên din yên NATO re bi başî kar nake, loma ew dijber in ku hin hevkar û hevalbendên wê yên seranser cîhanê sîstema S-400 bikirin.

Tirkîyê îdia dike ku kirîna sîstema S-400 tenê jibo berevanîya wê ye û ti metirsî li ser welatekî din çênake.

“Girêdana kirîna S-400’an bi F-35’an re pirsgirêkan çêdike û bandora neyênî li NATO dike. Di peymana F-35’an de xalek tuneye ku dibêje beşdarên F-35 nikarin S-400 bikirin,” Akar hefteya borî gotibû.

Karbidestên Tirk dibêjin ku ew şîrikeke çêkirina firoka şerker ya F-35 in ku nirxê wê bi trîlyon dolaran e û wan heta niha1.2 mîlyar dolar dirav bo projeya F-35 dane.

XS
SM
MD
LG