Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hulusi Akar: Tirkîye di Têkoşîna Dijî Terorê de bi Tenê Hiştin


Hulusi Akar û Mark Esper

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar dîyar kir ku wan û hevalbandên NATO li hev nekiriye û ew di têkoşîna dijî terorê de bi tenê hatine hiştin.

Akar ser Hilcivîna NATO ya li London ya paytexta Brîtanya dîyar kir ku li wir lihevkirin çênebûye.

Wî amaje kir ku ew bo ewlekarîya xwe ya neteweyî gavan diavêjin û got ku ‘’Hin alî dixwazin vî tiştî wek binpêkirina tifaqê raber bikin.’’

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berî Hilcivîna NATO gotibû ku divê hevalbendên wan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek ‘’rêxistineke terorê’’ bibînin û dabû zanîn ku ger ew wisa nekin, ewê jî Plana Baltik nepejirînin.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kiribû ew dixwazin ku bi Tirkîyê re li hev bikin û Tirkîyê dawîya dawî Plana Baltik pejirandibû.

XS
SM
MD
LG