Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê AKP'ê yê Pîranê di Êrîşeke Çekdarî de Hat Kuştin


Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê Pîranê (Dîcle) Deryan Akert di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Wîlayeta Amedê derbarê êrîşa ser Deryan Aktert daxuyanî da û destnîşan kir ku Akert Duşemê êvarê li benzînxaneya xwe rastê êrîşek hatîye û li cîyê bûyerê jîyana xwe ji dest daye.

Daxuyanîyê ragihand ku jibo êrîşkar bêne girtin, operasyoneke berfireh hatiye destpê kirin.

Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim îro di civîna walîyan de derbarê êrîşan de axifî û got di van rojên dawî de PKK li ser endam û serokên rêxistinên AKP’ê êrîşan dike.

“Di nav du rojan de du serokên navçeyan hatine qatil kirin. Emê hesabê van kuştinan biprisin û li ba PKK’ê nehêlin.“

Hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksedag jî kuştina Aktert bi daxuyanîyekê şermezar kir.

"Em bi ti awayî nikarin kuştinkarîyên sîyasî xweş bibînin û kuştina Deryan Aktert û hemî kuştinên sîyasî şermezar dikin."

Du roj berê jî cîgirê serokê AKP’ê yê navçeya Ozalp a Wanê, Aydin Muştun jî li mala xwe hatibû kuştin.

Ji alîyê dinê ve, îşev serê sibeh li Amed, Bitlîs, Dersîmê polêsan avêt ser malên endam û serokên Partîya Herêmên Demokrat (DBP) û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP). Di serdegirtinan de 55 sîyasetvanên HDP Û DBP’ê hatin desteser kirin.

XS
SM
MD
LG