Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP: Li Stenbolê Ferqa Me û CHP'ê Daket Binê 18000 Dengan


Cîgirê Serokê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Alî Îhsan Yavuz dîyar kir ku li Stenbolê di hejmartina dengan ya nû de wan 13969 dengên din bi dest xistine.

Yavuz da zanîn ku ferqa di navbera AKP û Partîya Komarî ya Gel (CHP) de daketiye binê 18000 dengan.

Wî îdia kir ku CHP jî qebûl dike ku di hejmartina dengan de hin şaşî çêbûne.

Li gor encamfên nefermî yên hilbijartinên herêmî berbijarê CHP’ê yê Stenbolê Ekrem Îmamolgu li hember berbijarê AKP'ê Bînalî Yildirim bi ser ketiye.

AKP'ê li ser encamên nefermî yên Setnbolê daxwaza pêdeçûnê kiribû û dengên jimareke bajarokan jinûve têne hejmartin.

XS
SM
MD
LG