Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksîyonên Rikeberîya Tirkîyê yên Ser Daxuyanîya Akşener Çi Ne?


Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, ser daxuyanîya Meral Akşener ya vekişîna ji Hevgirtina Netew got ku Akşener ti car nebûye hêvîya gelên Tirkîyê.

Yîgîtalp got ku ne hewce ye ku roleke zêdetir ji Akşener re were dayîn û tiştê ku wê kiriye ne cihê matmayînê ye.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Mehmet Emîn Ekmen jî bertek ji Akşener re nîşan da û got ku ger ji rastîyê re dilsozî tunebe, ne hewce ye meriv biaxife.

Berdevkê Partîya Baş Kurşad Zorlu jî berevanî li biryara seroka xwe kir û got ku wan di di civîna xwe de bi yekndegî pêşnîyara berbijarîya Kemal Kiliçdaroglu red kir.

Parlamanterê berê yê HDP'ê Sirri Sakik jî got ku pirsgirêka rastîn ya Partîya Baş, nasnameya Kiliçdaroglu ye.

Hêjayî balkişandinê ye ku Kiliçdaroglu ji bajarê Dêrsimê ye û Alevî ye. Tevî ku ew xwe tim wek sîyasetvanekî Tirk bi nav dike, hin pispor bawer dikin ku di nava Partîya Baş de jiber van sedeman nerazîbûn ser berbijarîya Kiliçdaroglu heye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Hevgirtina Netew ji Partîya Gel ya Komarî (CHP), Partîya Baş (Îyî Partî), Partîya Saadet, Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Siberojê û Partîya Demokrat pêk dihat û çaverê bû ku ew şaş partî bi berbijreke hevbeş biçûna hilbijartinê.

Partîyên mayîn yên Hevgirtina Netew dibêjin ku ewê bê Partîya Baş xebatên xwe bidomînin û bi berbijarîya Kiliçdaroglu têkevin hilbijartinê.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG