Lînkên eksesibilîtî

Serdozgerîya Stenbolê bo Aktîvîstên Hatibûn Berdan Biryara Girtinê Da


Dadgeha Stenbolê

Reuters'ê ji zarê medya Tirkîyê ragihand ku bo 4 aktîvîstên mafên mirovan yên ku li Buyukada ya Stenbolê hatin desteser kirin û piştre hatin berdan, biryara girtinê hatîye dayîn.

Ji 10 bergumanên ku di 5'ê Tîrmehê de li Buyukada hatibûn desteser kirin 6, bi tawana "alîkarîya bo rêxistina terorî" hatibûn girtin û 4 jî bi şertê kontrola dadî hatibûn berdan.

Serdozgerîya Komarî ya Stebolê, bo Nalan Ekrem, Şeyhmus Ozbeklî, Nejat Taştan û Îlknur Ustun biryara girtinê da.

Hêjayî bîrxistinê ye, di nav 6 girtîyan de Dîrektora Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî) ya Tirlîyê Îdîl Eser jî heye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG