Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Xamaneyî: Ewrupî jî Weke Amerîka Dojminatiya Îranê Dikin


Alî Xamaneyî

Alî Xamaneyî rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemê di daxûyaniyekê got "Divê bawerîya xwe nedin Ewrupiyan", jiber ku ew nekarîn peymana navokî ya sala 2015an hatî îmze kirin rizagr bikin, piştî ku Amerîka yekalî xwe ji peymanê vekişand.

Alî Xamaneyî dibêje, Ewrupî jî, weke Amerîka dojminatîya Îranê dikin, navbeynkarîya Ewrupiyan ti tiştek nekir, gelek dirêj axivîn lê "hindik" kir.

Piştî ku Amerîka xwe ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandî, ambargo xistîye ser Îranê nahêle petrol xwe bişîne derve, ev jî bûye sedema têkçûna rewşa aborîya Îranê.

Hêvî hebûn ku welatên Ewrupî bikarin Amerîka û Îranê nêzêkî hev bikin da ku peymana navokî ya Îranê bi hêzên navnetwî re çareser bikin.

Ev aixftina Xamaneyî di wî çaxî hat, dema ku serokê Îranê Hesen Ruhanî li New York ye, û beşdarîyê di Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî de dike.

Hesen Ruhanî roja Çarşemê peyvek li Netewên Yekbûyî pêşkeş kir û di peyva xwe de Amerîka giran rexne kir.

XS
SM
MD
LG