Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Amerîkîyên ku Daxwaza Alîkarîya Bêkarîyê Kirine Giheşt 861 Hezaran


Wezareta Kar ya Amerîka îro Pêncşemê ragihand ku kesên ku serî li alîkarîya bêkarîyê dane hefteya çûyî giheşt 861,000 kesan.

Wezareta Derve dibêje ku ev hejmarên nû nişan didin ji kar derxistina Amerîkîyan bi awayekî bilind didomin, tevî ku hejmara pêketinên piştrastkirî yên vîrusa korona nizimtir dibin.

Wezaretê da zanîn ku serîlêdanên ji karkerên jikarderxistî li gor hefteya pêştir 13,000 zêdetir bûne.

Aborîzan bal dikşînin ku di dîroka Amerîkî de ti car hejmarên wiha mezin yên serîlêdanên bêkarîyê nehatine dîtin û serdema Sistbûna Aborî ya 2008-2009’an ji qet ji 700,000’an neborîye.

Aborîzan texmîn dikin di serdema pandemîya korona de nêzî 10 mîlyon kar hinda bûne û rêjeya bêkarîyê niha dora % 6.5 e.

XS
SM
MD
LG