Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqê Ragihand ku di Êrîşên Muşekan de Zîyana Can Çênebûye


Artêşa Îraqê li ser êrîşên Îranê yên bi mûşekan daxuyanîyek belav kir.

"Îranê 17 mûşek avêtin ser bingeha El Esad, 5 mûşek jî avêtin Hewlêrê. Di êrîşan de kesek nemir."

Leşkerên hêzên hevpeymanîyê ya li dijî tekoşîna bi DAIŞ'ê dikin li bingeha El Esad dimînin.

Li gorî daxûyanîya Artêşa îraqê êrîş di 01.45an de destpêkir û heta 02:45 dewam kir. Herwiha dan zanîn ji nav 17 mûşekan du mûşek neteqîyane.

Di 5 mûşekên ku avêtine Hewlêrê jî ti ziyanek di hêzên Îraqê de çênebûye.

Televîzyona dewletê ya Îranê jî li ser êrîşên bi mûşekan bi ser bingehên Amerîka li El-Esad îdia kir 80 leşkerên Amerîkî hatine kuştin.

Herwiha hat destnîşan sîstema parastinê ya mûşekan, 15 mûşekên ku Îranê avêtiye nesekinandîye.

Televîzyonê îdia kir ger Washîngton bersîva êrîşê bide Nobedarên Şoreşa Îranê 100 bingehên li heremê jixwe re kirine armanc.

XS
SM
MD
LG