Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Fermandarekî Mezin yê Al-Qaide li Yemen Tê Kuştin


Wezareta berevaniya Amerîka, Pentagon roja Şemiyê di daxûyaniyekê de ragihand ku fermandarekî al-Qaide yê di astek bilind de li Yemen di êrişek esmanî de hatiye kuştin.

Pentagon dide zanîn ku, li heftiya borî di êrîşeke firokên bê firokevan de li Girava Erebî lîderê rêxistina terrorist al-Qaide hatiye kuştin û kesê hatî kuştin Abdilxanî Qasim al-Rasas e.

Peter Cook peyvdarê Pentagonê dibêje di êrîşa ku 8î vê mehê li parêzgeha al-Beyza'i pêkhat bû fermndarê al-Qaide di wê êrîşê de hatiye kuştin, weke Pentagon radigihîne, kuştina al-Rasas dê çalakiyên al-Qaidê li Yemen û herêmê asteng bike.

Washington şaxê rêxistina al-Qaide ya ku li Yemenê heye, şaxê herî metirsîdar dibîne.

Çavkaniyên herêmî dibêjin, Droneke girêdayî hêzên esmanî yê Amerîka, trombêla ku Abdulxanî Qasim al-Rasas têde bû kir Armanc.

Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) Înê dabû xûyakirin ku wan du êrîşe li Yemenê li dij fermandarên al-Qaidê pêkanîne, bê ku hurgiliyên van êrîşan eşkere bike, be tenê dabûn xûyakirin ku li navenda Yemenê wan êrîş birine ser fermndarên rêxistina al-Qaidê.

XS
SM
MD
LG