Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firoka Bê Firokevan 5 Endamên Al-Qaidê Dikuje


Çavkaniyên ewlekarî û serok eşîrên herêma başûrê Senaa paytexta Yemenê da xuaykirin ku Firoka bê Firokevan di êrîşekê de 5 endamên al-qaidê kuştin.

Serok eşîretek Yemenî jibo ajansa France Press (AFP) radigehîne ku, şeva sêşemê liser çarşemê li herêmeka çiyayî li nêzîk bajarokê Redaa li parêzgeha Beyza 70 kîlometran dûrî paytext Senaa ev êrîş pêkahtiye.

Dîsan karbidestên ewlekariyê dane zanîn ku, Firokek bê Firokevan êrişî ser otombîlekê kiriye, di encama êrîşê de, hemû kesên di otombîlê de hatine kuştin ku 5 endamên DAIŞ ê bûn, Otombîl ji bajarê Maarb dihat.

Tê texmînkirin ku, firoka erîş pêk anî, firokek Amerîkî be, lê heta niha leşkirê Amerîka derheqî êrîşê de tiştek ne gotiye.

Amerîka her dem êrîşên weha li dij endamên gropên Terorîst yên weke al- Qaide, DAIŞ û Al-Nusre li herêmên cuda yên weke Yemen, Iraq û Sûriyê pêk anîne, doh çavkaniyên wezareta derve ya Amerîka kuştina peyvdarê bi navê dewleta Îsalmê (DAIŞ) li Sûriyê piştrast kir.

XS
SM
MD
LG