Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Televîyona Al Aqsa ya Hamasê Bû Armanca Êrîşên Firokên Îsraîlî


Studyoyên televîzyona Al-Aqsa berî jî bûbûn armanca êrîşan (Arşîv)

Karbidestên Fîlîstînî û dîdevanan ji Reutersê re ragihand ku firokên ceng yên Îsraîlî îro li studyoyên televîzyona Hamasê li Gaza xistin.

Demûdest zelal nebû ku di êrîşên esmanî yên ser televîzyona Al-Aqsa de kuştî yan birîndar hene yan ne.

Dîdevanan got ku gelek rûniştvanên taxê ji herêmê revîn, piştî ku Îsraîlê bi telefonê û avêtina roketên nepeqînok hişyarî dan wan.

Televîzyona Al-Aqsa ku navê xwe ji mizgefteke navdar ya Orşelîmê digire, ragihand ku ewê di demeke min de weşana xwe bidomîne.

XS
SM
MD
LG