Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Alabama Pirtir ji 40 Endamên Dêrekê bi Korona Ketin


Dêra Warrior Creek Missionary Baptist Church

Li eyaleta Alabama ya Amerîka pirtir ji 40 kesan bi vîrusa korona ketin, piştî ku ew beşdarî ayîneke li dêrekê bûn.

Daryl Ross, qeşeyê dêra Warrior Creek Missionary Baptist Church ya li devera Marshall County ji medya xwecîhî re got ku hema hema tevahîya endamên kenîseya wî tûşî korona bûne.

Ross got ku testa wî û beşdarên dêra wî erênî derketin, piştî ku wan di nava çend rojên borî de jimareke bernameyên olî li dar xistin ku qeşeyekî mêvan tê de amade bûbû.

“Di dawîya hefteyê de bi dehan endamên dêra me nexweş ketin. Me dizanîbû ku xeterîya koronayê heye û em rûbirûyê pêketina vîrusa korona nem” Ross bi berdewamî got.

Wî da zanîn ku rewşa tenê du endamên wan pir krîtîk e û û heta niha ti kes ji nexweşxanê re nehatine veguhastin.

Hêjayî balkişandinê ye ku vîrusa korona di hefteyên dawî de li başûrê Welatên Yekbûyî yên Amerîka belav dibe.

XS
SM
MD
LG