Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Karmenda Balyozxaneya Me li Beyrut Hatiye Kuştin


Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas
Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas

Dîplomatek Alman di encama peqîna mezin li Beirutê hate kuştin û wezîrê derve yê Almanyayê roja Pêncşemiyê sersaxiya xwe li ser wê bûyera trajîk dîyar kir.

Wezîrê Derve Heiko Maas di daxuyanîyek da got "em hemû li wezereta derve di şînîyê da ne bo hevkara xwe," û wî bi berdewamî got ku karmenda jin dema peqîn pêkhatbû di apartmana xwe da ya li paytextê Libnanê di mal da jiyans xwe ji dest daye.

Heiko Maas got "wê nûçeyê, tirsên me yên herî xirab piştrast kirin".

Di hesaba xwe ya fermî ya twîterê da Maas xembariya xwe dide diyar kirin û dinivîse "Ya ku em jê ditirsan hat piştrast kirin. Endam Balyozxneya me li Beyrutê ji egera peqînê di mala xwe da jiyana xwe ji dest daye, hemû karmendên wezareta derve ya fedral jiber hevkara xwe gelek dixemgînin."

Dîplomata jin yekem qurbanîya Alman bû ku hatî piştrast kirin di wê peqîna wêranker da ya Beyrut ser û bin kirî.

Hejmara mirîyan di teqîna mezin da nûke 137 e belê bi dehan kes jî bezir in û 5,000 kes jî birîndar in û dibe ku piştî hewildanên karkerên rizgarkirinê hejmara qurbanîyan bilindtir bibe.

Roja Pêncşemê, Maas her wiha got ku Almanya "nahêle, gelê Beyrutê di tengasîyan da bimîne," û wî soz da ku Almanya dê di wê krîzê da piştgirîyê bike.

"Dibe ku wê karesatê Beyrut ser û bin kiribe, belê dostanîya me digel Libnanê wek xwe maye" wî di goterekê da nivîsî di rojnameya Alman, Bild da ku herî berfireh dihêt xwendin.

Hikûmeta Alman ragihand ku roja Çarşemê tîmek 47 kes ji rêxistina xwe ya parastina sivîl THW şandîye Beyrutê û Artêşa Alman jî got ku wan alavên bijîşkî li wê herêmê hene ku "dibe ku yekser bihên çalak kirin".

XS
SM
MD
LG