Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Nerazbûnê li Hember Raporta Dewleta Alman Nîşan Dide


Enqere ji Almaniya daxwaza rohinkirinê dike derheqa raporta wezareta navxwe ya Almaniya ya ku, dibêje "Tirkiye bûye navenda gropên Îslamiyên radîkal".

Roja çarşemê wezareta derve ya Tirkiyê daxuyaniyek weşand û tê de dibêje"ev îdia nîşanek nû ya dinê ye, li ser ramana xelet ya li Almaniya heyî ku, dixwaze ziyanê bigehîne tirkiyê, herweha hikûmet û serokê tirkiyê dikin armanc".

Doh roja sêşemê di kenalê yekê (ARD) TV de, nûçeya ku, cih dabû raporteke dewleta Alman ya dibêje Tirkiye bûye navenda gropên îslamiyên radîkal li rojhilata navîn û serokê dewleta tirki Recep Teyyib Erdogan jî piştevanekê bihêz yê tevgera Birayên Musilman (Îxwan El-Muslimîn) û tevgera Hemasê ye.

Ajansa Almanî DPA dîsan cih daye raportê û daye zanîn ku, raporta dewleta Alman dibêje ji koma wan 760 kesên ji Almaniya heta dawiya sala 2015an çûne Îraq û Sûriyê û tevlî DAIŞ bibûn, ¼ ya wan ku, dibin 190 kes, ji regez de Tirk in.

Raport dîsan dide zanîn ku, tevlî bûna ji almaniya ya nav rêzên DAIŞê heta sala 2016an zêde bûye, heta meha pêncan 820 kes ji Almaniya çûne îraq û Sûriyê, sêyeka 1/3 wan yên vegeriyan û 140 kes jî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG