Rojnamevan Alan Meîş ku ji destpêka operasyona rizgarkirina Reqa vir ve li nav bajarê, di peyameke taybet de rewşa dawî ya li Reqa ragihand.
Meîş dibêje ku DAIŞ’ê di salvegera çaran ya ragihandina qaşo xîlafetê de, xwest ku êrîşeke mezin li dar xin, lê şervanên HSD’ê bersîveke xurt dan û 31 ji wan kuştin, 2 panzer jî rûxandin.