Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alawî ji Avakirina Hikûmeta Îraqê Vekişî


Serokwezîrê Erkdarkirî yê Îraqê Mihemed Tewfîq Alawî dîyar kir ku ew ji karê avakirina hikûmetê vekişîye.

Alawî ji kanala fermî ya Îraqê re da zanîn ku wî xwestiye ku bi kesên serbixwe hikûmetê ava bike, lê partîyên sîyasî li ser wî zext çêkirine.

‘’Ger min serî li ber wan koman bitewanda ez niha serokwezîrê Îraqê bûm. Dîsa jî min hewil da ku ez welatê me ji alozîyê derxim, lê di danûstandinan de min gelek tiştên dijî berjewndîyên welatê me dîtin û ez şaş bûm’’ Alawî got.

Wî bi bîr xist ku dengdana ser bawerîya bo kabîneya wî du caran hatiye betalkirin.

Piştî karvekişîna Alawî, Serokomarê Îraqê Berhem Salih bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku ewê li gor qanûna bingehîn di nav 15 rojan de kandîdekî din bo avakirina hikûmetê erkdar bike.

Serokwezîrê berê yê Îraqê Adil Abdulmehdî jiber protestoyan di Mijdara 2019’an de karvekişîna xwe ragihandibû û Berhem Salih di 1’ê Sibatê de Alawî bo avakirina hikûmetê bijartibû.

XS
SM
MD
LG