Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Albanya Bingeheke Esmanî ya ji Demên Sovyetê Jinûve Vekir


Serokwezîrê Albanya (Arnavutluk) Edi Rama ragihand ku wan îro Duşemê bingeheke esmanî ya ji dema Sovyetê maye vekirîye xizmeta NATO.

Rama di merasîma vekirina bingehê de got ku wan ew bingeh jinûve çêkir û jibo karanîna firokên NATO vekir.

"Ew bingeh wê wan dijî ‘gefên Rûsya û armancên wê yên neo-emperyalîst biparêze û berevanîya Balkanan xurt bike."

Du firokên şerker yên ji Bingeha Esmanî ya Aviano ya Îtalya rabûn jibo pîrozkirina bingehê daketin Kucova.

Bingeh li Kucova ye ku demekê li wê bajaroka bi navê ‘’Bajarê Stalîn’’ tê zanîn, MIG yên çêkirina Sovyet û Çînê jiber gumana şerekî bi dewletên Rojavayî re di amadebaşîyê de ne.

NATO jibo hebûna xwe ya li herêmê xurt bike jibo Bingeha Esmanî ya Kucova pirtir ji 54 mîlyon dolar xerc kir.

Albanya, ku sala 2009’an bû endama NATO, jibo li Romano bingeheke deryayî çêke bi hevpeymanîyê re danûstandinan dike.

Endamên NATO, Yunanistan û Îtalya berevanîya qada esmên ya Albanya ya dikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG