Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilweşîna Avahiyekê li Helebê 11 Kesan Dikuje


Ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA dibêje li bajarê Helebê avahiyeke ku li dirêjiya şer rastî ziyanê hatibû hilweşiya û di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

SANA got avahiya pênc qat îro şemiyê hilweşiya û hemî kesên di hindirê wê de mirin ji bilî kesekî tenê ku zindî hate rizgarkirin.

Raporta SANA got avahiya ku li taxa Selahiddîn bû, berê di bin destê serhildêran de bû.

Tê zanîn, bajarê Helebê ji sala 2012 ta 2016ê di navbera hikûmetê û serhildêran de hatibû dabeşkirin. Hêzên hikûmetê di operasyonekê de bi piştgiriya Rûsya bajar di sala 2016ê de bi temamî xist bin kontrola xwe.

Şerê nêzîkî 8 salan ê Sûriyê, ta niha bêhtirî 400 hezar kuştî li dû xwe hîştiye û beşin mezin ji welêt hilweşandine.

XS
SM
MD
LG