Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyê Opozisyona Rûsî li Mosko Tê Girtin


Peyvdara serkirdeyê opozisyona Rûsî Alexei Navalny dibêje ew li derveyî mala xwe li Moskoya paytext hate girtin.

Kira Yarmysh got Navalny Şemiyê piştî nîvro hat girtin û ew birin navendeka polîs.

Wê got ew nizane sedema girtina wî çiye.

Navalny, ku rikberê siyasî yê herî pêş ê serokê Rûsya Vladimir Putin e, meha nehan a sala borî banga xwepêşandanan li seranserî welêt kir li dijî pilanên hikûmetê yên bilindkirina temenê xanenişînbûnê ji bo mêr û jinan.

Ajnasa Associated Press hewil da lê nikaribû pêwendiyan li gel polîsê Mosko bike ji bo şîrovekirina vê girtinê.

XS
SM
MD
LG