Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Moskow Biryara Girtina Leonid Volkov Hevalbendê Navalny Dide


Leonid Volkov yek ji lîderên opozisyona Kremlin
Leonid Volkov yek ji lîderên opozisyona Kremlin

Dadgeha Moskow roja Çaremê dibêje ku wan li gor daxwaza lêkoleran biyara girtina Leonid Volkov, yek ji nêzîktirîn hevalbendên rexnegirê Kremlin Alexei Navalny daye, ev yek ji aliyê ajansa nûçeyan ya Interfax ve hatiye ragihandin.

Volkov yê ku çavdêriya derveyî welat ya navenda herêmî ya Navalny dike û bingeha wî li Lîtvanya (Lithuania) ye, desthilata Moskow nerihet kirîye dema ku xwepêşandanên dijî-Kremlin ji bingeha xwe ya li Lîtvanya rêxistbûn û girtina Navalny protesto û şermezar kirbûn yê ku meha borî hatbû girtin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Alexei Navalny rexnegirê Kremlin û lîderê opozisyona Rûsî, roja 17ê Rêbendanê dema ji Berlin gihabû Moskow rasterast hatbû girtin, ji dema girtina wî xwepêşandanên li seranserî Rûsya tên dom kirin û daxwaza azad kirina Navalny dikin. Heta nihe gelek welatan û civaka navnetewî girtina Navalny şemezar kirîye.

XS
SM
MD
LG