Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aleksî Navalny Têvî Xeterîya Girtinê Îro Vedigere Rûsya


Navalny bi hevjîna xwe Yulia re di balafirgeha ku diçe Moskowê de, 17 Rêbendan 2021.

Rexnegirê Kremlînê Aleksî Navalny Navalny îro Yekşemê bi balafireke Rûsî ji Berlînê vedigere welatê xwe Rûsyayê.

Karbidestên Rûsî dixwestin ku Navalny desteser bikin û îhtimaleke bi salan di zindanê de bimîne.

Navalny piştî ku ew li paytexta Almanya li balafira ku diçû Moskowê siwar bû ji rojnamevanan re ragihand ku ev di pênc mehên paşîn de gava ev gava herî xweş e.

“Ez xwe pir baş hîs dikim. Di dawiyê de, ez vedigerim bajarê xwe, " wî got.

Wî roja Çarşemê biryara vegera xwe ji Almanya ragihandibû. Lê, rojek piştre sazîya girtîgeha Moskowê dîyar kir ku ew Navalny jiber binpekirina mercên cezaya girtîgehê yê rawestandî ya bo dizîna diravê,dozeke 2014'an tawanbar dike.

Herwiha sazîyê got ku dema ku Navalny vegere ewê her tiştî bike da ku wî bigire. Navalnyê 44 salî ragihand ku ew nafikire ku ewê were girtin û xwe wek kesek bêguneh binav kir. Wî got "Ka divê ez ji çi bitirsim? Li Rûsyayê çi xerabî dikare were serê min? Ez xwe wek hemwelatiyekî Rûsya hîs dikim ku xwedîyê her mafî ye ku vegere." Hevjina wî Yulia, û berdevkê wî jî bi Navalny re bûn.

Alîgirên wî plan dikin ku li balafirgeha Vnukovo ya Moskowê pêşwazîya wî bikin, tevî hewaya sar ya bi -20 dereceyan û rojane li paytexta Rûsya 4.500 pêketinên nû yên COVID-19 tê tomar kirin.

Herî kêm 2.000 kesan ji ser Facebook ragihandin ku ewê jibo pêşwazîya Navalny biçin balafirgehê. Hevdem, tê payîn kirin aktîvîstên ku alîgirên Kremlînê nin jî bo dij xwepşandanan biçin wir.

Dozgerîya Moskowê ragihand ku wan bi fermî 15 damezranerên ku alîgirên Navalny in, hişyar kirinin û got ku bûyer neqanûnî ye jiber ku ji hêlakarbidestan ve nayê pejirandin.

Wateya vê yekê ev e ku mirovên biçin dikarin werin desteser kirin, bi diravan werin ceza kirin yan jî werin girtin.

Rojnamevanên Reuters li balafirgehê bi dehan qamyonên polîsan û hebûna giran ya polîsan ragihandin.

Balafirgeha Moskowê dîyar kir ku bi sedema tedbîr û qedexeyên COVID-19 ewê destûrê nede endamên medyayê ku têkevin hindurê balafirgehê.

Navalny, ku di hilbijartinên parlamentoyê yên di îlonê de serfiraziyê hêvî dike rûbirûyê 3 dozên din e jî.

Ew dibêje ku tevahîya dozan bi mabestên sîyasî hatine vekirin. Navalny ku rexnegirê serokê Rûsya Vladimir Putin e, piştî jahrkirina wî ya di 22'yê Tebaxê de, jibo dermankirine hatibû anînê Almanya.

Navalny bo 32 rojan li nexweşxaneya Charite ya Berlînê hat derman kirin û piştre ji nexweşxanê hatibû derxistin.

Hebûna gaza Novichok ya di canê Navalny ji hêla Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ve hatibû piştrast kirin.

Ew dibêje ku hema hema bi tevahî baş bûye, dibêje Putin li pişt jehrkirina wî ye.

Rûsya tevlîbûna Kremlin ya jahrîkirina Navalny red dike û Almanya jibo nedana delîlên di derbarê jahrkirinê de tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG