Ji ber şerê giran li ser deverên dawî yên DAIŞê li bajarokê Baxoz li rojhilatê Sûriyê, bi hezaran ji xelkên sivîl û malbatên DAIŞ xew radestî hêzên kurdî kirine û nuha ew li kampa Holê bicî bûne, lê belê rewşa kampê zor û dijwart bû ye û pêwîstiya wê bi alîkarîyan heye.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Ramn Îsa re kir, ku ji nêzîk ve rewşa kampê dişopîne û li bajarê Hesekê dimîne.
Rojnamevan Raman di serî de got ku jimara pemaberan gihiştiye zêdetirî 50,000 kesî ve piştî şerê Baxozê, û malbatên DAIŞê li kampê bicî bûne.
Di derbarê rewşa ewlehiyê de jî, wî got ku ewlehî zortir bûye û çavdêrî bi huşdarî li çûn û hatinê dibe.
Lê belê Raman anî ziman ku pêwistiya kampê bi alîkariyên mirovahî heye ji ber zêdebûna jimara penabran, û rewşa çekdar û malabatên DAIŞ yên biyanî di kampê de hîna ne zelal e.