Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Babacan Kesê Nêzîkî Erdogan Dest Ji Partiya AKPê Berdide


Arşîv
Arşîv

Roja Duşemê Alî Babacan wezîr, hevkar û kesê nêzîkî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan karvekişîna xwe ji partiya desthilatdar AKPê ragihand.

Ajansa Reuters radighîne ku Babacan ji sedema "nakokiyên kûr" li gel Erdogan ji AKPê derket û wî gotiye Tirkiye pêwîstî bi nêrînên nû heye.

Xelk dizane ku Alî Babacan û Serokomarê berê Ebdullah Gul li bere partiyeke nû li hember partiya AKPê di îsal de ava bikin.

Babacan di daxuyaniyê de dibêje"li gor rewşa niha Tirkiyê pêwîstî bi nêrînên nû yên tam heye bo roşinkirina siberojê, û pwîstî bi analîzên rast heye di her bihavî de, herwiha pêwîstî bi stratejîyên pêşkeftî û plan û bernamên nûxwaz heye".

Babacan dîsan dibêje"niha xebatek cidî heye bo roja îroyîn ya Tirkiyê û siberoja wê. Gelek ji hevalên min û ez em bi berpirsîyek mezin ya dîrokî dinîrîne vê pirsê". babacan dibêje.

XS
SM
MD
LG