Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamaney: Êrîş Wek Sîleyekê li Rûyê Amerîka Bû


Rêberê olî yê Îranê Alî Hamaneyî li ser êrîşên bi mûşekan bi ser bingehên Amerîka li El-Esad daxuyanîyek da û got ku ew êrîş li rûyê Amerîka wek sîle bûn.

Hamaneyî îdia kir ku sîstema cîhanê diguhere û guhertinên mezin dê çêbin.

Wî pesna Qasim Silêmanî da ku û got bi kuştina wî berxwedanek destpê kir û divê hebûna Amerîka li Rojhilata Navîn bi dawî bibe.

Ji alîyê dinê ve Brîtanya jiber êrîşan, Îran şermezar kir û banga aramîyê kir.

"Em êrîşên Îranê yên bi ser bingehên ku leşkerên hevpeymaniyê pêk hat şermezar dikin. Di nav lekerkan de hêzên Birîtanya jî hene. Em bi lezgînî bang li Îranê dikin ku van êrîşên bi xeter û bê hed dubare neke aloziyê zêde neke" Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab got.

Danîmarka û Norwec jî ragihandin ku di êrîşê de tu zîyanek bi leşkerek wan nebûye.

Ajansa Anadoluyê ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşolgu jibo kêmkirina alozîyê roja Pêncşemê diçe Îraqê.

XS
SM
MD
LG