Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Akel: Tirkîye Naxwaze Kurd li Rojava Bibin Xwedî Statuyekê


Firokeke Tirk ya li Bingeha Încîrlîk

Daxuyaniyên Misteşarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Ferîdun Sinirlioglu ku gotibû, ‘Me li ser herêma bi ewle li Sûriyê bi Amerîkayê re li hev kiriye’ bûn mijara nîqaşan li bîragiştî ya Tirkiyê û cîhanê.

Wezareta Derve ya Tirkiyê îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku nûçeyên li ser avakirina herêma bi ewle nerast in û wê Tirkiye tenê ligel Amerîkayê piştgiriya parastina hewayî bide hêzên opozîsyona Sûriyê.

Nivîskar Alî Akel ji Dengê Amerîka re daxuyanîyên vê dawîyê û helwesta Tirkîyê ya ser Sûrîyê nirxand.

“Daxuyaniyên li ser avakirina herêma bi ewle bêhtir bi mebesta siyaseta navxweyî ya Tirkiyê têne belav kirin. Tirkiye dixwaze rastiya peymana operasyonên ser DAIŞ’ê ji ji raya giştî ya veşêre.”

Akel balê dikişîne ku Tirkiye jî dixwaze siyaseta xwe ya Sûriyê ferz bike û taybet jî naxwaze Kurd li Rojavayê Kurdistanê bibin xwedî statuyekê.

Akel bi berdewamî dibêje, mebesta Amerîka tenê têkbirina DAIŞ’ê ye û ew bawer nake ku Amerîkî li dijî mafên Kurdên Sûriyê bisekine.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:09 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG