Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Hûsên Bi Saxî Tê Girtin û Şewitî ji Asayîşa Duhokê Digehînin Nexweşxanê


Bajarê Duhokê
Bajarê Duhokê

Hemwelatîyê bi navê Alî Hûsên ji Taxa Tenahî li rojavayê bajarê Duhok, bi tawana bikaranîna narkotîkê, şeva 14’ê vê mehê ji alîyê Asayîşa Duhokê ve hate girtin.

Piştî du demjimêran ji girtinê di avahîyê Asayîşê ve tê şewitandin û ew digehînin nexweşxanê.

Asayîş têkilî bi malbata wî re danî û got ku kurê wan xwe şewitandiye. Alî 11 rojan li nexweşxanê dimîne, lê jiber ku pileya şewitîna gîyanê wî 70 ji sedê bû, gîyanê xwe ji dest da.

Birayê qurbanî ku nexwest navê wî were eşkere kirin, dema di nava tazîyê de bû ji Dengê Amerîka re behsa mirina birayê xwe kir.

“Alî wek bi dehan xortên bajarê Silêmanî, Hewlêr û Duhokê bûye qurbanê bazirganên madên narkotîkê, pêdivî bû Asayîşê lêpirsîn û serederîya baş li gel wî kiriba," wî got.

SB_2_27_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00

XS
SM
MD
LG