Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Rûsya Hewil Didin ku Alîkarîya Mirovahî li Sûrîyê Firehtir Be


Amerîka û Rûsya îro Înê hewlekê destpê bikin ku karên gîhandina alîkarîya mirovahî ji deverên Sûrî yên bin dorpêçê re rêkûpektir bikin.

Her du welat bi hevkarîya Neteweyên Yekbûyî hevseroktîya civîna taybet li Cenevrê dikin ku li ser hêza taybet ya çavdêrîya cîhanîna agirbestê ye.

Gruba Dostên Sûrîyê ya navnetewî ku ji 17 dewletan pêk tê, di civîna Munihê de, hefteya borî biryar dabû ku hêza çavdêr biafrînin.

Koma piştgirîya Sûrîyê di civîna dawî de planek nû pejirandibû ku alîkarîya mirovahî li Sûrîyê berfirehtir be.

XS
SM
MD
LG