Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgirên Hikûmeta Îranê Dijî Protestoyan Meşîyan


Di roja heftan ya protestoyên li Îranê de, bi hezaran alîgirên hikûmetê jî derketin kolanan.

Kanala dewletê ya Îranê dîmenên xwepêşandanerên bi alayên Îranê û bi posterên Ayetullah Alî Hamaney dimeşin raber kir.

Di xwepêşandanên li Ahvaz, Kermanşah, Îlam û Gurganê de xwepêşandaneran sloganên wek ‘’em li hêvîya fermana rêberê xwe ne’’, ‘’xwîna me feda be li serokê me’’ û ‘’ji yên ku gel sor dikin re mirin’’ hatin gotin.

Di protestoyên de jiber pevçûnên di navbera xwepêşandaner û polîsan de heta niha bi kêmî ve 21 kes hatin kuştin û bi sedan kesên din jî hatin desteser kirin.

Ayetullah Alî Hamaney roja Sêşemê dîyar kiribû ku berpirsên protestoyan ‘’dijminên Îranê’’ ne.

XS
SM
MD
LG