Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Allawî Hikûmeta Nû Amade Kiriye, Benda Piştgirîya Parlamanê Ye


Xwepêşandanên dijî Allawî (Arşîv)

Serokwezîrê Îraqê yê destnîşankirî Mihemed Tewfîq Allawî îro Çarşemê got ku wî ji sîyasetvanên serbixwe kabîneyeke nû amade kiriye.

Allawî di axaftina televîzyonî de bang li parlamanê kir ku rûniştineke awarte li dar bixe û dengê bawerîyê bide kabîneya wî.

“Ger hikûmeta min dengê pêvawerîyê ji parlamanê wergire, karê minî yekê lêpirsînkirina kuştina xwepêşanderan û dadgehkirina kesên kujer be.”

Allawî herwiha soza hilbijartinên pêşdem da ku ji bandora diravan, çekan û hêzên bîyanî serbixwe bin.

Wî bang li xwepêşanderan kir ku şansekê bidin hikûmeta wî da ku bikaribe pirsgirêkên heyî çareser bike.

Allawî ji alîyê Serokomar Berhem Salih ve wek serokwezîr hatibû destnîşan kirin, lê xwepêşanderan nerazîbûn li dijî nîşan dabûn.

Serokwezîrê niha Adil Abdul Mehdî îro bang li rêberên sîyasî kir ku demûdest kabîneya Allawî bipejirînin.

XS
SM
MD
LG