Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Allawî Daxwaza Serokwezîrek Nû Dike


Allawî Daxwaza Serokwezîrek Nû Dike

Rêberê hevalbendîya sîyasî ya Sunnî ya serekî li Îraqê dibêje, pêdivîya Îraqê bi serokwezîrekî nû heye da ku welat nekeve nav şerekî tîreyî.

Di kombûneke ligel hevalbendîya xwe de, Ayad Allawî kêşeya sîyasî ya welatî kire binasên hikûmeta bi rêberîya Serokwezîr Nûrî El Malikî yê Şîa.

Allawî pêşnîyara çend bijaran kirîbû jibo çareserkirina wê kêşeyê, weku pêkanîna hikûmeteke teknokrat bo rêkxistina hilbijartinên parlemanê ya berwext.

Wî got, bijareya din ew e ku Hevalbendîya Niştîmanî ya rêzdar Malikî kesekî din jibo serokwezîrîyê berbijar bike.

Bi alîyekê din ve, karbidestên Îraqê roja Çarşemê ragihand ku çekdaran êriş kire ser mala rêberekî milişya yê ser bi hikûmetê ve û çar kes ji malbata wî kuştin. Herweha li bajarokê Mandilî çekdaran 2 kes kuştin

XS
SM
MD
LG