Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Xemgînîya Xwe ya ser Biryara Tirkîyê ya Derheqa Ayasofya Radigihîne


Hagia Sophia
Hagia Sophia

Hikûmeta Almanî ragihand ku ew xemgîn bûye ku Tirkîyê biryar da ku ya muzexaneya Ayasofya vegerîne mizgeftekê.

Berdevkekî hikûmeta Almanî li Berlînê got ku ewê pêşketinên bi Ayasofya re peywendîdar ji nêzve bişopînin.

Berdevkekî wezareta çandê jî got ku divêbû hikûmeta Tirkîyê berî guhertina statuya cîhekî wek Ayasofya, ku di nav lîsta mîrasên cîhanê de cîh digire, bi UNESCO re bişêwirîya, lê ew yek pêk nehat.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû ku ewê Ayasofya di 24'ê Tîrmehê de bi nimêja Înê bo îbadetê vekin.

Wezareta Çandê ya Yunanistanê roja Înê ragihandibû ku biryara dadgeha Tirk ya derheqa muzexaneya Ayasofya ji cîhana nûjen û pêşverû re provoksyoneke zelal e.

XS
SM
MD
LG