Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya bi Sedema Tevlêbûna DAIŞ’ê li Sûrîyê Jinek Desteser Kir


Germany Islamic Extremist

Karbidestên Almanî îro Sêşemê jinek desteser kir ku bi 4 zarokên xwe çûye Sûrîyê ku tev li rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) bibe.

Karbidestan ragihand ku birayê hevjînê wê jinê jî hate desteser kirin, bi sedema ku alîkarîya wê kiriye.

Ofîsa dozgerîya federalî dîyar kir ku navê jinê Fadia S. û yê zilam jî Rabih O. ye û her du jî xwedîyê hemwelatîyê Almanya û welatekî din in.

Fadia S. bi tawanên wek endambûna DAIŞ’ê û binpêkirina berpirsîyên xwe yên dayikbûnê tê sûcdar kirin û Rabih O. jî bi piştgirîdana DAIŞ’ê û şikandina qanûnên Almanî yên ser derfirotinê tê sûcdar kirin.

Dozgeran got ku Fadia S. di 2015’an de bi 4 zarokên xwe re çûye Sûrîyê ku tev li hevjînê xwe bibe ku ew jî berê ji Almanya derketiye ku têkeve nav DAIŞ’ê.

“Fadia S. û zarokên wê di destpêka 2018’an de revîne Tirkîyê û dû re vegerîne Almanya” dozgerîyê bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG