Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Tedbîrên Dijî Belavbûna Korona Xurt Dike


Firîngeha Frankfurt li Almanya
Firîngeha Frankfurt li Almanya

Karbidestên Almanî îro Înê ragihand ku ewê di demeke nêzîk de li firîngehan jibo kesên ku ji welatên bi rêjeya bilind ya belavbûna koronayê tên, navendên testkirinê vekin.

Hikûmetê heriha da zanîn ku kesên ku ji welatên din tên Almanya jî wê bikaribin di nav sê rojan de, bi belaşî li wan van navendan xwe test bikin.

Biryara wezîrên saxlemî yên 16 eyaletên Almanî, di vê demê de tê ku xem û tirsa vegera vîrusa korona jinûve xurt dibe.

Karbidestên saxlemîyê bawer dikin ku metirsî heye hemwelatîyên ku ji behnvedanê vedigerin dikarin bi xwe re vîrusê bînin nav Almanya.

Wezîra saxlemî ya Berlînê Dîlek Kalayci got ku ew armanc dikin ku di demeke nêîzk de hemî kesên ku vedigerin Almana werin test kirin.

XS
SM
MD
LG