Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: YE jiber Jahrkirina Navalnyê Dikare Tolêyên Dijî Rûsyayê Ragîhîne


Wezîrê Dervêyê Almanya Heiko Maas îro Çarşêmê got ku wê Almanya û hevalbendên wê li Yekîtîya Ewrupa, di rojên were de jibo bersîvekê hevbeş li ser jahrkirina opozîsyona Rûsî Aleksei Navalny bi gaza kîmyayî ya Novichok li hev bikin.

“Ew binpêkirina pir cidî ya mafê mirovan e ku bi gaza kîmyayî hatiye kirin. Em bi xurtî bawer dikin ku divê ew bê bersîv namîne. Jiber wê yekê em bi hevalbendên xwe li Yekîtîya Ewrupî û bi Rexistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) re hevkarî dikin ku di rojên pêş de bersîvekê hevbeş bidin.”

Maas herwiha da zanîn ku Yekîtîya Ewrupa dikare bi lêz û bêz tolêyan li dijî kesen ku tev li çêkirina gazên kîmyayî dibin ragîhîne ku di jahkrina opozîsyonê Rûsî Navalny de hatiye bikaranîn.

“Ragihandina tolêyên bi lêz û bêzî, yên kesên ku tên zanîn tev li çekirina gazên kîmyayî bûne pir hêsan e û ewê di rojên pêş de bibe niqaşê me li Yekîtîya Ewrupa.”

Maas herwiha da zanîn ku ew berjewendîya Rûsyayê de ye ku we bi başî lekolîna vê bûyerê bike.

XS
SM
MD
LG