Dozgerên Almanî dibêjin ku wan hember leşkerekî berê yê Îraqî, bi tawanên dijî mirovahîyê doz vekirine, pîştî ku wî wêneyên 2 çekdarên serjêkirî yên DAIŞ'ê di medya civakî de belav kirine.
Dozherên federalî îro Duşemê bi daxiyanîyeke nivîskî got ku Rami K yê 27 salî di sala 2015’an de di artêşa Îraqê de leşker bû û wan jiber qanûnên Almanî nekarîye paşnavê wî kesî eşkere bikin.
Hêjayî balkşandinê ye ku bergumanê Îraqî ku di dawîya 2015’ê de wek penaxwaz hatibû Almanya, rûbirûyê yek cezayê zindanê ye.