Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Çekan ji Herêma Kurdistanê re Dişîne


Reuters roja çarşemê ragihand ku, leşkerê Almanya barên nû yên çekan ji herêma Kurdistana Îraqê re şandin, piştî soz ji berpirsên Herêmê wergirtîn ku, ew çek li bazarên reş nehên firotin.

Berdevkê wezareta berevaniya Almanya ji Berlin ragihand ku wan di şandineke nû de, 70 tenên çekan ji wana 1500 tiveng, 100 rokêtên ser milan û 3 trombêlên fîşek nebir ji hikûmeta Hewlêr re şandine.

Meha yek hikûmeta Almanî hinartina çekan ya Herêma Kurdistana Îraqê jibo şerê li dij DAIŞê dabû rawestandin, piştî hind raport hatin weşandin û didan zanîn ku çekê Almanya dide Herêma Kurdistanê li bazarên rêş hatine firotin.

Li herêma Kurdistana Îraqê derheqa çekên Almanya yên li bazara reş hat bûn firotin lêkolîn dabûn destpêkirin, jiber ku 30 parçên çekan ji hejamara zêdetirî 28000 tivengan yên dabûn Kurdan winda bibûn, vê dawiyê lêkolîn bi dawî bûn û berpirsên kurd jî soz dane Almanya ku çekên wan êdî li bazara reş neyên firotin.

Hikûmeta Almanya ji sala 2014an heta niha zêdetirî 30 barên çekan ku ji 2000 tenan zêdetir dane Kurdan.

Parlamenê Almanya meha yek ya îsal biryar girt ku hejmara leşkerên Almanî yên ku perwerda leşkerî didin kurdan ji 100 leşkeran bo 150 leşkeran bilind bike.

XS
SM
MD
LG