Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rastgirên Alman di Roja Yekgirtinê de li Dij Merkel Radiwestin


Germany Budget
Germany Budget

Roja duşemê bîranîna 26an ya yekgirtina Almaniya bû, serok û berpirsên Alman jibo pîrozkirina roja yekgitinê li bajarê Dresden li rojhilatê welat hatin ba hev.

Angela Merkel Şêwirmenda Almaniya li Dresden, di roja yekgirtinê de peyvek pêşkeş kir, Merkel rastî rexneyên rastgirên Alman hat û bi hezaran kes ji rastgiran bang li Merkel kir û gotin "Tu xayînî, ji bajar derkev".

Merkel piştî serdana dêra Ezraa li Dresden, bajar bicih hêla, Merkel jiber siyaseta wê ya li hember penaberan ew ji aliyê rastgirên Alman ve tê rexnekirin û nayê hezkirin, wê weke sedema wergirtina hejmara zêde ya penaberan li Almaniya dibînin.

Merkel ku, li Almaniya rojhilat di nava rejîma Komonîstan de mezin bibû, di peyva xwe ya di roja yekgiritnê de li bajarê Dresden pêşkeş kirî got "ev roj, jibo min û piraniya gelê Alman roja şadî û hezkirinê ye".

Merkel herweha li xwe mukir hat ku, astengiyên nû û karên bizehmet li Almaniya hene divê gel bersivê bide van pirsgirêkan, weke Merkel di axiftina xwe de anî ziman.

Wek tê zanîn sala burî nêzîkî yek milyon penaber hatbûn Almaniya, herweha sala 2016an heta niha 210.000 penaberên din gihane Almaniya, ev hejmara zêde ya penaberan bû sedema nerazîbûna rastgirên Alman li hember siyaseta Merkel û hikûmeta Berlin ya di warê penaberan de.

XS
SM
MD
LG